Adar 17, 2022 18:13 Asia/Tehran
  • Li Kendava Farsê 16 lêniştiyên keştiya Îmaratî hatin rizgarkirin

Rêvebirê giştî yê qeyrana parêzgeha Buşêhrê li başûrê Îranê ji rizgarkirina 16 lêniştiyên gemiya Îmaratî di nav avên Kendava Farsê de xeber da.

Rêvebirê giştî yê parêzgeha Bûşêhrê “Cehangîr Dehqanî” ji Tasnîm re ragehand ku, hêzên rizgarker bo rizgarkirina 30 kesên ser bi keştiya binavbûyî ya Îmaratî li Kendava Farsê ya di nav sînorê parêzgeha Bûşehrê de hatin şandin û di dewamê de got: Li gel berdewamiya ba û balîsokê li navçeyên naverast û başûrê parêzgeha Bûşehrê, derya di piraniya saetan de aloz û bi  pêl e.

Rêvebirê giştî yê qeyrana Bûşêhrê amaje bi binavbûna gemiya bazirganiyê ya Îmaratê li Kendava Farsê li nêzîk Eselûyê û Parsa Başûr kir û got: Keştiya ku otombîl hilgirtibûn bi sedema aloziya deryayê bi 30 karmendan binav bû û yekser hêzên rizgarker ji navçeyên cuda yên parêzgeha Bûşehrê bo rizgarkirina kedkarên keştiyê hatin şandin.

Dêhqanî ji şandina gemiyeke rizgarkirinê ya Rêveberiya Giştî ya Bender û Deryayî ya parêzgeha Bûşêhrê ji bo rizgarkirina kedkarên keştiya binavbûyî xeber da û got: lêgerîna rizgarkirina 14 rêwiyên din ên vê gemiyê berdewam e.

Serepeyv