Xetîbzade: Em ji helwêsta xwe ya paşxistina mafên xelkê dest bernadin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir ku ew perê ku Brîtanyayê daye Îranê nêzî 390 milyon lîre ye, ku eslê deyn û faîza wê heta roja dawîn digire ber xwe û got: Komara Îslamî ya Îranê tu carî ji parçeyeke vê deynê ku mafê gelê Îranê ye derbas nebûye."
Li gorî rapora IRNA`yê, Seîd Xetîbzade li bersiva pirsiyara rojnamevanekî li bara dayîna deynê Brîtanyayê bo Îranê got: Di serî de dixwazim bibêjim ku piştî zêdetir ji 40 salan ji paşxistina vê dawiyê, London piştî danûstandinên dom û dirêj, vê dawiyê deynê xwe bi Komara Îslamî ya Îranê ku mafê gelê rêzdar ê Îranê bûye, da.
Xetîbzade got: Mixabin hikûmeta Brîtanyayê vegerandina deynê xwe bi kêşeyên siyasî ve girêdide.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê der barê serbestberdana girtiyên ewlehiyê de jî got: Ez piştrast dikim ku dezgaya dadweriya Komara Îslamî ya Îranê li ser esasê prensîbên islamî û nihêrînên mirovî û li berbanga cejnên dahatî du. Girtiyên bi navên Nazenîn Zagerî û Anûşe Aşûrî bi biryara dadgeha şareza ya Komara Îslamî ya Îranê cezayê xwe derbas dibûn û piştî derbasbûna beşek ji cezayê xwe hat berdan.