Adar 16, 2022 20:54 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 109 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 139 hezar û 289 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Çarşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 3 hezar û 10 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin. Li Îranê hejmara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 133 hezar û 139 kesan.

Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 798 hezar û 350 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de173 hezar û 184 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatine derzîkirin.

Heta niha 63 milyon û 669 hezar û 915 kesan doza yekem, 56 milyon û 376 hezar û 750 kesan doza duyem û 25 milyon û 436 hezar û 237 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksênên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 145 milyonan. 482 hezar û 902 dozî.

 

Serepeyv