Adar 16, 2022 20:30 Asia/Tehran
  • Brîtanya li rêyekê digere ku deynê xwe yê Îranê bide

Wezîra Derve ya Brîtanyayê got, London li rêyan digere ku deynê xwe yê dîrokî yê 522 milyon dolarî bide Îranê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Wezîra karên derve ya Brîtanîyayê Liz Terrace îro Çarşemê ji Sky Newsê re got: "Me dayîna deynên Îranê xiste pêşiyê û em li rêyên vegerandina wê gerîyan".

Terrace amaje bi wê yekê jî kir, ku bi vê armancê tîmeke Brîtanyayê li Îranê ye.

Wezîra Derve ya Brîtanyayê berî niha gotibû ku 400 milyon Pond deynê wî yê bo Îranê deynekî qanûnî ye û hikûmeta Londonê dixwaze wê deynê xwe bide.

Ev ne cara yekeme ku Brîtanya soza vegerandina deynên xwe dide. Lê di dema borî de her carê ev mijar anîbû rojevê, bi hin mijarên din ve girêdabû ku ti eleqeya wan bi vî deynî re nîne, ji bo ku bikaribe pirsgirêka deynan weke amûrekê an darê destan bikar bîne.

Deynê 400 milyon Pondî yê Brîtanyayê bi Îranê re girêdayî ye bi girêbesta firotina 1500 tankên Chieftain û 250 erebeyên zirxî ji Îranê re di salên 1974 û 1976an de, ku ji dema şoreşa îslamî û dorpêçên zalimane yên rojava li dijî Îranê nehatine cîbicîkirin.

Ji ber ku Îranê hemû pereyên girêbestê daye, daxwaza vegerandina pereyên xwe kiriye. Lê yek ji mijarên ku di navbera Îran û Brîtanyayê de nakokî hene, faîza 20 milyon pondî ya deynan e.Hikûmeta Brîtanyayê heta niha bi behaneya dorpêçan xwe ji dana deyn û qezencên xwe dûr girtiye.

Hikûmeta Brîtanyayê heta niha bi behaneya dorpêçan xwe ji dana deyn û qezencên xwe dûr girtiye.

Serepeyv