Nazenîn Zagerî radestî dewleta Brîtanyayê hat kirin
Nazenîn Zagerî ku bi sûça sîxuriyê bo Brîtanyayê li Îranê hatibû girtin, îro Çarşemê piştî bidawîhatina cezayê wê, ew radestî hikûmeta Brîtanyayê hat kirin.
Nazenîn Zagerî, welatiya Îranî-Brîtanî ku wek birêvebira projeyê di şirketek medyaya girseyî de ya bi navê Thomson Reuters kar dikir, di 3ê Nîsana 2016an de li Îranê hat girtin.
Nazenîn Zagerî bi endambûna di kompanî û saziyên biyanî de, di sêwirandin û pêkanîna projeyên medyayî û sîberî de li ser mijara rûxandina nerm a Komara Îslamî ya Îranê beşdar bûye.
Zagerî ji aliyê dadgeha şareza ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 5 sal zîndan hat mehkûmkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, hukmê 5 salan yê cezayê Zagerî bi dawî hat û bi berdêla 530 milyon dolaran ji mal û milkên Îranê yên astengkirî û azadkirina Îraniyek li Brîtanyayê hat guhertin.
530 milyon dolar ji samanên blokekirî yên Îranê berî ku Zagerî were berdan, derbasî hesabê Îranê bû.