Adar 15, 2022 13:51 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Em şêrr li her niqteyeke cîhanê şermezar dikin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku Îran şêrr li Ukrayn, Efxanistan, Yemen û her niqteyeke din a cîhanê bi aşkiratî şermezar dike, li ser rêkara siyasî di mijara Ukraynê da tekez kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê nîvroja Sêşemiyê di serê taximekê da bi mebesta hevdtina di gel Sêrgêyî Lavrov hevpêşeyê xwe yê ûris, derbasî Moskoyê bû.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê dema gihîşte Moskoyê got: Em aşkira şêrr şermezar dikin, çi li Ukrayn, Efxanistan û Yemenê û her niqteyeke din a cîhanê. Em boykotan jî şermezar dikin. Em sepandina boykotên yekalî li dijî welat û gelan şêwazeke ne durist dizanin û em bala xwe didin sser çareseriya siyasî ya qeyrana Ukraynê.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da şopandina gotûbêjên Viyenê ji bo rakirina boykotan ji armancên din ên serdana xwe ya Moskoyê da zanîn û got: Di nûçeyan da wisa tê gotin ku eger em li Viyenê di gel aliyê amerîkî û aliyên din ên rojavayî li hev bikin, renge li gorî tiştên ku li medyayan hatiye belavkirin, dibe ku piştevaniya pêwîst ji aliyê Rûsiyê va li Viyenê neyê kirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Em hêvîdar in ku din gotûbêjên îro da hema wisa em bikarin di rêyekê da ku Rûsiye ji bo bidestxistina lihevkirineke baş, mayînde û bihêz li kêleka Îranê be, encameke ron werbigirin.

 

Serepeyv