Xetîbzade: Îran û Komara Azerbaycanê ji bo damezirandina korîdora Zengezûrê têgihîştinnameyek wajo kir
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi berfirehbûna pêwendiyên Îranê û Komara Azerbaycanê di salên dawî da got: Du welatan ji bo hevkariya damezirandina korîdora Zengezorê têgihîştinnameyek wajo kiriye.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê got: Eger em bikarin binesaziyên guncan jî dabîn bikin, me yê derfetên nû di rêya tranzîtî ya navbera du welatan da hebin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser daxwazên nû yên Amerîkayê di gotûbêjên Viyenê da û got: Hegera vegeriyana gotûbêjkeran bo paytextan, bêhnkişandineke kurt e. Hinekan qala asêbûn an bidawîhatina gotûbêjan kir, lê wisa ku hat gotin ev rawestana kurt li ser daxwaza Hevahengkerê Komîsiyona Hevpar û hevahengkerê Lihevkirina Navokî ye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Berpirsyariya rewşa niha li ser ustiyê Amerîkayê ye û çend mijarên gişt û helbet sînordar mane ku biryarên wê divê li Waşîngtonê bên dayîn.
Wî bi gotina vêya ku em di niqteyekê da ne ku vedigerin Viyenê û dora dawiyê ya û bidestxistina lihevkirineke baş û mayînde li dar dixin, got: Niha em li benda Amerîkayê ne. Helbet gotûbêj di astên cûr bi cûr da didomin û wezîrên derve yên welatan da jî berdewam bi hev ra di têkiliyê da ne.
Xetîbzade got: Tiştê ku dê ji bo me rêdar û çarçova hereketê be, berjewendiyên gelê Îranê ye û ev berjewendî çarçovên gotûbêjan û lihevkirina baş a dawiyê diyar dike.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê serdana Emîr-Ebdullahiyan a Moskoyê jî got: Wezîrl derve yê Îranê dê sibe berê xwe bide Moskoyê û di vê sserdanê da ewê çen dmijaran û alûgorên Viyenê jî di nav da, hin gotûbêjan pêk bîne.