Adar 14, 2022 15:28 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Îran heta dema dabînkirina daxwazên xwe yên qanûnî wê di gotûbêjên Viyenê da bimîne

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiyê ya Îranê qala hebûna Tehranê di gotûbêjên Viyenê da heta dema dabînkirina daxwazên qanûnî û beraqil û bidestxistina 'Lihevkirina Xurt' kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiyê ya Îranê li ser rûpela xwe ya torên civakî nivîsî: Gişt saziyên welêt bêyî berçavgirtina helahelaya hedefmend a navxweyî û derveyî tenê ji bo parastin û xurtkiirna berjewendiyên neteweyî dixebitin.

Şemxanî got: Emê heta dema dabînbûna daxwazên me yên qanûnî û beraqil û bidestxistina "Lihevkirina Xurt" di gotûbêjên Viyenê da bimînin.

 

Serepeyv