Adar 13, 2022 23:31 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 118 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 138 hezar û 949 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Yekşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 3 hezar û 330 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin. Li Îranê hejmara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 123 hezar û 93 kesan.

Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 779 hezar û 494 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 252 hezar û 939 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatine derzîkirin.

Heta niha 63 milyon û 561 hezar û 916 kesan doza yekem, 56 milyon û 177 hezar û 624 kesan doza duyem û 25 milyon û 61 hezar û 196 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksênên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 144 milyonan. 800 hezar û 754 dozî.

 

Serepeyv