Adar 12, 2022 23:54 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 120 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 138 hezar û 831 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Şemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 2 hezar û 219 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin. Li Îranê hejmara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 119 hezar û 763 kesan.

Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 774 hezar û 197 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 214 hezar û 222 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatine derzîkirin.

Heta niha 63 milyon û 534 hezar û 619 kesan doza yekem, 56 milyon û 132 hezar û 599 kesan doza duyem û 24 milyon û 880 hezar û 597 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksênên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 144 milyonan. 547 hezar û 815 dozî.

Serepeyv