Emîr-Ebdullahiyan û Borrêl bi rêya telefonê axivîn
Wezîrê karên derve yê Îranê û Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê derbarê alûgorên nû û rewşa gotûbêjên Viyenê bi rêya telefonê axivîn.
Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê û Cozêf Borrêl Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê roja Pêncşemiyê derbarê alûgorên nû û rewşa gotûbêjên Viyenê bi rêya telefonê axivîn.
Wezîrê karên derve yê Îranê sipasiya hewildana Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê di gotûbêjên Viyenê da û pêşketinên pêkhatî kir û got: Hilêxistina hin daxwazên nû ji aliyê Amerîkayê va tu hinceteke mentiqî tuneye û li dijî helwêstên vî welatî yên bidestxistina bilez a lihevkirinê ye.
Emîr-Ebdullahiyan got: Mijarên sereke û betalkirina bibandor a boykotan nabe ku bikeve bin zêdexwaziya aliyê amerîkî.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Amerîka nikare bi behaneya zexta raya giştî ya welatê xwe, her roj gotineke nû û ciyawaz bi rêya hevahengker veguhezîne me.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha tevî ravekirina helwêsta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê derheqê Ukraynê, destnîşan kir: Em bawer in ku tevî berçavgirtina rêziknameya NY, kokên sereke yên qewimîna vê qeyranê divê bên berçavgirtin da ku aramî û ewlehiya mayînde li vê navçeyê bi rêya rawestandina şêrr û hûrbûna li ser rêkara siyasî cih were.
Cozêf Borrêl Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê jî got: Gotûbêjên Viyenê di niqteyeke hestyar da ne û aniha Îran û Amerîka di danûstandina peyaman xwe divê guhêrbarî û nermiyeke zêdetir nîşan bidin.
Wî got: Helwêsta misogerkirina aborî ji bo we girîng e û em pişta wê digirin. Em û hûn hewildanên xwe ji bo lihevkirinê dê bidomînin, ji ber ku me rêyeke dirêj derbas kiriye.