Adar 09, 2022 23:08 Asia/Tehran
  • Li Îranê 173 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 173 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 138 hezar û 433 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Çarşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 5 hezar û 8 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin. ku 911 ji wan li nexweşxanan hatin razandin.

Li Îranê hejmara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 107 hezar û 167 kesan.

Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 754 hezar û 234 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

3 hezar û 265 nexweşên bi Covîd-19ê ketine li beşên lênihêrîna zirav ên nexweşxanan tên tedawîkirin.
Li Îranê heta niha 47 milyon û 961 hezar û 837 testên teşxîskirina Covîd-19ê hatine kirin.

Vîrûsa koronayê heya niha li seranserê cîhanê bûye sedem ku zêdetirî şeş mîlyon kesan jiyana xwe ji dest bidin.

Serepeyv