Adar 09, 2022 00:32 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 144 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 138 hezar û 260 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Sêşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 5 hezar û 841 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin. Li Îranê hejmara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 102 hezar û 159 kesan.

Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 747 hezar û 70 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şeva borî 258 hezar û 259 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatine derzîkirin.

Heta niha 63 milyon û 274 hezar û 619 kesan doza yekem, 55 milyon û 873 hezar û 542 kesan doza duyem û 24 milyon û 342 hezar û 205 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksênên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 143 milyonan. 490 hezar û 366 dozî.

Serepeyv