Adar 07, 2022 11:32 Asia/Tehran
  • Pîrozbahiya jidayîkbûna Hezretê Ebulfezl (S), aldarê evîn û fîdakariyê

Bajarê Meşheda pîroz bi taybet sehn û searaya melekûtî ya Îmam Reza (S), îmamê heştem ê şîeyên cîhanê di roja jidayîkbûna Hezretê Ebdulfezlê Ebas (S) di nava şahiyê da ye.

Îro (Duşemî) 4ê Şeibana 1443an a Koça Heyvî û 7ê Adara 2022an, salroja jidayîkbûna Hezretê Ebulfezlê Ebas (S) e.

Roja 4ê Şeibana sala 26an a Koça heyvî, hezretê Ebas (S) nasyar bi Ebulfezl, Qemerê Benî Haşim, Elemdarê Kerbelayê û Seqa ji zarên Îmam Elî (S), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê li bajarê Medîneyê ji dayîk bû.

Navê diya wî hezretî Umulbenîn bû ku piştî wefata hezreta Fatimeya Zehrayê (S), bû hevjîna Îmam Elî (S).

Hezretê Ebulfezl hemaseafirîna serhildana Aşûrayê ye û bi fîdakarî û şehîdbûnê karî evîn û heza xwe ya derheqê îmamê zemanê xwe nîşan bide û wek mînakeke hêja ya sozdariyê ji bo rêwiyên rêya heqîqetê were naskirin.

 

Salroja jidayîkbûna Hezretê Ebulfezlê Ebas (S) li salnameya Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Canbazan hatiye binavkirin.

Gelê Îranê li seranserî Îrana Îslamî di şev û roja salroja jidayîkbûna Hezretê Ebulfezl (S) bi amadebûna li cihwarên pîroz, mizgeft û kolanan cejn û şahî dikin.

Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê ji ber salroja jidayîkbûna hezretê Ebulfezlê Ebas (S) aldarê evîn û fîdakariyê pîrozbahiyê dide gişt misilmanan û azadîxwazên din ên cîhanê.

 

 

Serepeyv