Adar 07, 2022 08:43 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê Tîma Îranê li gotûbêjên Viyenê: Îran li benda zelalkirina Moskoyê derbarê xwestekên xwe ji Amerîkayê ye

Şêwirmendê Tîma Îranê li gotûbêjên Viyenê ragihandin: Gotûbêjên navokî hîn bi dawî nehatine û Îran li benda şiroveya Moskoyê derbarê xwestekên xwe ji Amerîkayê ye.

Seyid Muhemed Merendî bi weşandina postekê li ser hesaba xwe ya twîterê wek berteka li hemberî axaftinên roja Şemiyê ya Sêrgêyî Lavrov wezîrê derve yê Rûsiyê ku gotibû Moskoyê ji bo piştevaniya ji Lihevkirina Navokî ya Îranê hewcetî bi wergirtina agarntiyê ji Amerîkayê heye, nivîsî ku gotûbêjên navokî hîn teva nebûne.

Merendî her wiha di dewamê da got: Ji aliyekî va Îran li benda zelalkirina Moskoyê derbarê xwestekên xwe ji Ameerîkayê ye. Ji aliyê din va, Amerîkayê bersiva hejmareke xwestekên Îranê ku ji bo vejiyandin û cihanîna tam a lihevkirina navokî girîng in, nedaye.

 

Serepeyv