Grossi kêfxweşiya xwe ji danûstandinên Tehranê nîşan dide
Rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi ragihand ku wî li Tehranê hevdîtinên baş pêk anîne.
Rêvebirê giştî yê IAEA, Rafael Grossî sibeha Şemiyê ji bo gotûbêjkirina bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê re li ser dewama hevkariyên teknîkî yên Îranê û vê saziya navnetewey bi şandeke vê rêxistin ve gihêşt Tehranê.
Ev sêyem serdana Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê bo Tehranê di dema hikûmeta 13an de ye.
Serdana Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê bo Têhranê di çarçoveya gera heştem a gotûbêjên Îranê û koma 4+1ê li Viyenê ji bo rakirina dorpêçên Amerîkayê pêk tê.
Li gor nûçeya ajansa Fars Newsê; Rêvebirê giştî yê IAEA êvara Şemiyê di gotarekê de got: "Em karê xwe dikin û li benda vegereke tam li rêketinama navokî ne."
Grossî got: "Tiştê ku ji bo temamkirina danûstandinên navokî yên Îranê li Viyenayê hewce ye, nîşandayîna hevkarîyê ye."
Grossî herwiha got: "Ez difikirim ku wezîrê karên derve yê Îranê dixwaze biçe Viyenê ji bo bidawîanîna gotûbêjên navokî."
Hêjayî gotinê ye ku Mihemed Îslamî Cîgirê Serokomar û Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û Rafael Grossî Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê êvara Şemiyê daxuyaniyên hevpar weşandin.
Li gor vê daxuyaniyê, Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê li hev kirin ku heta 20ê Adara 2022an, Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li ser her pirseke ku ji aliyê IAEA ve derbarê mijarên ku ji aliyê Îranê ve nehatine raberkirin, ravekirinên nivîskî pêşkêşî bike û di heman demê de Dokumentan pêşkêşî dezgeha peywendîdar bikin.
Her wiha wan li hev kirin ku di nava du hefteyan de piştî wergirtina ravekirinên nivîskî yên Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û belgeyên piştevaniyê yên têkildarî wê, IAEA van agahiyan binirxîne û her lêpirsînek derbarê agahiyên ku hatine wergirtin pêşkêşî rêxistinê bike.
Di rêkevtinê de hatiye ku di heyama heftiyekê de piştî ku Ajans agahdarî pêşkêşî Rêxistinê dike derbarê her pirsek din derbarê van zanyariyan de, Ajans û Rêkxistin dê civînekê li Tehranê saz bikin û pirsan binirxînin; Ji bo her cihî wê civînên cuda bên lidarxistin.
Rafael Grossi niyet dike ku çalakiyên ku di paragrafên 1 heta 3 li jor de hatine destnîşan kirin pêk bîne û piştî nirxandina têkildar ji hêla Ajansê ve, encamên xwe di Hezîran 2022 de ji bo Encumena Rêvebir rapor bike.