Şampiyoniya nûnerê Îranê li pêşbirkên tekwandoyê yên Kûpaya Klûbên Asyayê
Tekwandokarên tîma Amûrên malê yên Kenn ên Îranê li 11mîn şampiyoniya Kûpaya Klûbên Asyayê bi dest xistin.
11emîn dewra Kûpaya Klûbên Asyayê bi beşdariya 106 tekwandokaran di bçarçêva 17 tîman de ji 11 welatên wek Îran, Hindistan, Îraq, Uzbekistan, Qazaxistan, Efxanistan, Urdun, Uman, Pakistan, Îmarat û penaberan li Federasyona Tekwando ya Tehranê hat lidarxistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma amûrên malê yên Îranê li pêşbirkên tekwandoyê yên Kûpaya Klûbên Asyayê bi 441 pûanan û bidestxiztina medaleke zêr, 5 zîv û 2 medalên Tûnc kûpaya şampiyoniyê bi dest xist.
Tîma Îranê ya Fermaniyeyê jî bi 3 zêr, 1 zîv û 436 xalan bû duyemîn û Uzbekistan A jî bi 1 zêr, 1 tûnc û bi giştî 158 puan bû sêyemîn.
Tîma duyem a Uzbekistanê jî bi zêrek, tûncek û 154 xalan bû çarem.