Adar 04, 2022 14:23 Asia/Tehran
  • Civîna salane ya hevgirtina Artêş û Sipahê hat lidarxistin

Di bereberê Roja Pasdaran, civîna salane ya hevgirtina fermandar û berpirsên payebilind ên artêşê û sipashê bi mazûvaniya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li Zanîngeha Fermandetî û Erkantiya Artêşê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Di bereberê 3ê Şeibanê û salroja jidayîkbûna Îmam Husên (S), îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û Roja Pasdaran, civîna salane ya hevgirtina fermandar û berpirsên Sipah û Artêşê roja Înê bi beşddariya emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî Fermandarê giştî yên Artêşê û serdarê serleşkerê pasdar Husên Selamî fermandarê giştî yê Sipahê û komeke din a fermandaran li Zanîngeha Fermandetî û Erkantiya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê (DAFÛS) hat lidarxistin.

 

Di vê civînê da ku bi mazûvaniya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hat lidarxistin da, tevî ronkirin û analîza rewşê, alûgor û rûdanên navçeyî û navneteweyî, stratejiyêln du rêxistinan ji bo pêşdabirina memûriyetan li gorî ferman û tevdîrên Fermandarê mezin ê gişt hêzan û siyasetên ragihandî yên Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar bi taybet di warê bihêzkirina herî pirr û misogerkirina Îrana bihêz bi palpiştiya Besîca Gelemperî hatin behskirin.

Vekolandina çawanî û qasa pêşketina kiryarên hevgirtinê yên yeksalî û stratejî û bernameyên sala bê (1401) yên rêxistin û hêzan ji bo xurtkirin, berfirehkirinna hevahengiyan û şêwaza tevgeriyana hêzên çekdar bi taybet artêş û sipahê di warê cîhada ronkirinê ji mijarên din bûn ku di vê civînê da hatin gotûbêjkirin.

 

Serepeyv