Adar 01, 2022 14:40 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Koka qeyrana Ukraynê siyasetên qeyransaz ên rejîma mafyayî ya Amerîkayê ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Roja îro nîşana aşkira û tam a cahiliyeta nûjen, rejîma mafyayî ya Amerîkayê ye ku di esasa da rejîmeke "Qeyransaz û Qeyranjî" ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Sêşemiyê di axaftinekê da bi boneya Cejna pîroz a Meb'esê, Amerîka wek nimûneya aşkira û tam a cahiliyeta nûjen di cîhana îro da zanî û tevî tekeziya li ser vê yekê "Qeyransazî" ji taybetmendiyên sereke yên Amerîkayê ye, got: Rejîma Amerîkayê "Qeyransaz û Qeyranjî" ye û di bingeh da "Rejîmeke Mafyayî" ye kutorên mafyayî yên siyasî, aborî û çekçêkirinê li hundirê wê, rizqê xwe ji berfirehkirina qeyranan li cîhanê bi dest tînin.

 

Wî tevî eşareta bi rola bibandor a torên mafyayî di kontrolkirin û birêvebirina siyasetên Amerîkayê da got: Ev mafya ku heta desthilatdarbûn û wêdadayîna serokkomarên Amerîkayê di destê wan da ye, ji bo mayîna xwe hewcetî bi afirandina qeyranan û pêkanîna navendên qeyranê li navçeyên cîhanê hene.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî qeyranên pêkhatî di salên borî da weke pêkanîna DAIŞê ji wan qeyrançêkirinên rejîma mafyayî ya Amerîkayê da zanîn û got: Seyê wan ê perwerdekirî yanî DAIŞ ku ew bi xwe di çêkirina wê da mukir hatin, bi aşkiratî mirovên bêguneh ser jê dikirin û zindî dişewitandin û an jî di nav avê da dixeniqandin da ku karistanên çêkirina çekan ên Amerîkayê sûdê herî zêde ji van qeyranan bi dest bixin.

 

Hezretê Ayetullah Xamineyî qeyrana Ukraynê jî wek encama siyasetên Amerîkayê da zanîn û destnîşan kir: Roja îro Ukrayn bûye goriya siyasetên qeyransaz ên Amerîkayê, ji ber ku ev Amerîka bû ku bi destwerdana li meseleyên navxweyî yên Ukraynê, birêxistina kombûnan û pêkanîna darbeya rengî û mexmelî, beşdariya senatorên amerîkî di kombûnên neraziyan û cîbicîkirina delwetan, ev welat kişande vê nuqteyê.

 

Wî tevî tekeziya li ser helwêsta neguhêr a Komara Îslamî ya Îranê ya dijayetiya di gel şêrr, got: Îran li dijî şêrr, kuştina mirovan û xerakirina binavahiyên gelan li her cihekî cîhanê ye.

 

Hezretê Ayetullah xamineyî amaje bi hin mînakên qeyrançêkirina Amerîkayê kir û got: Amerîka li rojhilatê Sûriyê çi dike? Çima petrola Sûriyê talan dike? Çima li Efxanistanê heyîtiya neteweyî ya gel talan û xesb dike? Çima li rojavayê Asyayê pişta cinayetên şevûrojî yên siyonîstan digire û gişt van qeyransaziyan bi navê berevaniya ji mafên mirovan pêk tîne?

 

Wî cinayeta dijî gelê Yemenê mînaka din a reftara dijhev a welatên rojavayî û Amerîkayê da zanîn û got: Ev heşt sal in ku gelê Yemenê di bin bombebaranê da ye, lê welatên rojavayî ne tenê şermezar nakin, belkî bi rêya propaganda, medya, zimanî û heta pratîkî, pişta cinayeta dijî gel digirin.

 

Serepeyv