Pîrozbahiya Cejna Meb'esa Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S)
Sibe, 27ê meha Receba sala 1443an a Koça Heyvî, hevdem digel 1ê Adara 2022an, roja Meb'esa Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) ye.
Meb'esa Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) rojek e ku Hezretê Mihemed (S) di temenê 40 saletiyê da, li nav Işkefta Herayê ji aliyê Cebraîl û ji aliyê Xwedayê teala va wek Pêxember hat bijartin.
Hezretê Mihemed (S) wek dawîn şandî û peyamberên mezin ên Xwedê di 27ê Recebê ji sala çilem a "Am-ul-Fîl"ê da wek peyamber hat bijartin da ku civata cahîlî ku di nava nezanî û bêexlaqiyê da bû ber bi exlaq, kerameta însanî û izeta nefs vexwîne.
Meb'esa Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) divê destpêka damezirandina mezintirîn şaristaniyeta îslamî û exlaqî ya cîhanê were zanîn ku mirov ji gemariyên fikrî û baweriyê di dirêjahiya dîrokê da rizgar kirin.
Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) bi mûcizeya Quranê wek baştirîn û tamtirîn pirtûka asimanî hatiye bijartin; Bijartin û Meb'sa ku wek belavbûna ronahiyê û diyarbûna nirxên mirovahiyê di heyata mirovahiyê da bû.
Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê gihîştina mezintirîn cejna misilmanên cîhanê, salvegera Meb'esa Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S), hezretê Mihemedê Mistefa li hemî misilmanên cîhanê pîroz dike.