Sibat 28, 2022 09:17 Asia/Tehran
  • Derfirotina Îranê bo welatên cînar zêde bûye

Alîkarê dîplomasiya aborî yê Wezîrê karên derve yê Îranê qala zêdebûna derfirotina Îranê bo welatên cînar kir.

Mehdî Seferî, Alîkarê dîplomasiya aborî yê Wezîrê karên derve yê Îranê roja Yekşemiyê ragihand, di 6 mehên borî da derfirotina Îranê bo welatên cînar bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Li gorî ragihandina Seferî, qasa derfirotina Îranê bo hin welatên cînar ji sedî 200î jî nîşan dide.

Alîkarê dîplomasiya aborî yê Wezîrê karên derve yê Îranê got: Dewleta Îranê li dû rêvebirina derbasgehên sînorî ye ku dê bibe sebeba lezandina pêvajoya derfirotinê û zêdebûna wê.

Seferî her wiha bi gotina vêya ku asta derfirotina berhemên cotkariyê yên Îranê bo Çînê ji 300 miliyon dolarî derbas bûye, got: Kesek ji Wezareta derve ya Îranê û yek ji Wezareta derve ya Çînê berpirsê şopandina cihanîna Girêbesta 25 salî ya navbera du welatan in.

 

 

Serepeyv