Baqirî û Mora li Viyenê civiyan
Sibat 22, 2022 21:52 Asia/Tehran
Gotûbêjkerê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê û Hevahengikerê gotûbêjan li Viyenê civiyan.
Li gorî rapora IRNAyê, Elî Baqirî Kenî, Gotûbêjkerê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê û Ênrîke Mora hevahengkerê gotûbêjan îro li Viyenê civiyan.
Civîn û şêwirînên karzaniyê li Viyenê duh û îro berdewam bûne.
Gotûbêj li Hotêl Koborga bajarê Viyenê di çarçova dora heştem a gotûbêjên Viyenê di navbera Îranê û Koma 4+1ê (Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsiye û Çîn) û hevahengkerê Yekîtiya Ewropayê didomin.