Sibat 21, 2022 16:39 Asia/Tehran
  • 14 belgenameyên hevkariyê di navbera Îran û Qeterê da hatin wajokirin

Îran û Qeterê 14 belgenameyên hevkariyê di warên cûr bi cûr da wajo kir.

Li serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê ya Qeterê ku li ser vexwendina fermî ya Şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî, mnîrê Qeterê û bi mebesta serdana fermî û beşdariya di civîna şeşem a serokên OPEC'ya Gazê pêk hatiye da, 14 belgenameyên hevkariyê bi amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê û mîrê Qeterê li Dûhayê hatin wajokirin.

Belgenameyên hevkariyê yên wajokirî di navebra Îran û Qeterê da di warê geştên asimanî, bazirganî, keştîvanî, radyo û televîzziyon, siyaseta derveyî (betalkirina vîzayê), elektrîk, standard û çandî û perwerdehiyê da ne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha di roja duyem a serdana xwe ya Dûhayê, dê beşdarî civîna şeşem a serokên Civata welatên firoşyarê Gazê bibe û tê da biaxive.

 

Serepeyv