Sibat 21, 2022 15:45 Asia/Tehran
  • Ketina balefira şêrr li bakurê rojavayê Îran; sê kesê şehîd bûn

Rêveberê giştî Rêveberiya Parêzgariya Azerbaycana Rojhilat a Îranê qala şehîdbûna sê kesan di bûyera ketina balefira şêrr li Tewrêzê kir.

Berdevkê baregeha duyem a asimanî ya Şehîd Fekûrî ya Tewrêza Îranê îro ragihand ku balefireke şêrr li Tewrêzê ketiye.

Muhemed Baqir Hunerber, Rêveberê giştî Rêveberiya Parêzgariya Azerbaycana Rojhilat a Îranê jî di hevpeyivînekê da ragihand ku ji ber ketina balefira şêrr a F5ê li nav bajarê Tewrêzê, ji bilî 2 balefirvanan, welatiyek jî şehîd bûye.

 

Rêveberê giştî Rêveberiya Parêzgariya Azerbaycana Rojhilat a Îranê bi gotina vê yekê ku balfirvanê vê balefirê bi fedakariya tam nehîşt ku bûyereke mezin li nav bajêr biqewime, got: Di halekî da ku navçeya ketina balefirê, li derdora bajêr e û nifûsa wê zêde ye, balefirvan bi hostetiya taybet a xwe û mêrxasiya herî temam nehîşt ku balefir li cihwarên jiyanê bikeve û bi awayekî balefir bi rê ve biriye ku cihê ketinê, ne cihê jiyanê be.

Hemîd Munecim, Rêveberê Civata Heyva Sor a Tewrêzê jî got ku ev balefir li dîwarê dibistanê ketiye; Lê ev dibistan betal bûye û tu kesek tê da tunebûye.

 

 

Serepeyv