Xetîbzade: Îran li benda biryara Ewropa û Amerîkayê di gotûbêjên Viyenê da ye
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Gotûbêjên Viyenê pêşketineke baş hebûne û Îran li benda biryarên Ewropa û Amerîkayê ye.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê di civîna xwe ya hefteyî da got: Divê hemî boykot bêyî berçavgirtina navên lêkirî li wan û ne li gorî sozên aliyên hember û berbendçêker li ser rêya sûdên aborî ji Lihevkirina Navokî bên rakirin. Ev ji eslên Îranê ne û heta roja îro jî hatine şopandin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Pêşketina gotûbêjan berbiçav bûye, lê hejmareke mijarên girîng jî mane ku herî dijwar, bingehîn û cidî ne û divê bên çareserkirin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê gotinên serokwezîrê Rejîma Siyonîst li ser lihevkirina gengaz li Viyenê jîgot: Berpeyvê tiştê ku serokên Rejîma Siyonîst dibêjin, Waşîngton û paytextên ewropî ne; Gotinên wan hertim pêkanîna şerê rewanî ji bo bandorkirina li paytextan û kiryarên dijî dîplomasiyê ne.