Emîr-Ebdulahiyan: Amerîka û welatên rojavayî berpirsê işkesta muhtemel a muzakireyan in
Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê teqez kir: Amerîka û welatên rojavayî berpirsê işkesta muhtemel a muzakireyan in.
Huseyn Emîr-Ebdulahiyan, wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku ji bo beşdariya li civîna ewlehiyê ya Mûnîxê sefera Almanyayê kiriye, li kêleka vê civînê li hevpeyvîna bi kanala CNN`ê re Amerîka û welatên rojavayî berpirsê her cure işkesta muhtemel a gotûbêjên Viyenê da zanîn û got: Em bi geşbînî û bi micidî hewl didin ku hevhatineke baş li Viyenê bi dest bixin.
Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Em geşbîn in ji ber ku Dewleta Komara Îslamî ya Îranê viyana cidî heye ji bo ku li Viyenê hevhatineke baş bi dest bixe.
Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Ger Amerîka û aliyê rojavayî bi rastbînî reftarê nekin, yeqîn dê bibin berpirsê işkesta muhtemel a gotûbêjan.
Emîr-Ebdulahiyan teqez kir: Em bi geşbînî û bi micidî ji bo hevatineke baş hewl didin.
Heştemîn dewra gotûbêjên Viyenê navbera Îran û endamên koma 4+1`ê bi mijara rakirina boykotên zalimane û neqanûnî dijî Îranê piştî dewreyekê bêhnvedana kurt ji bo biryarên siyasî ji 8 Sibata 2022an va destpê bûne.