Sibat 21, 2022 00:51 Asia/Tehran
  • Reîsî: Îradeya Îranê berfirehkirina peywendiyên giştalî bi welatên Asyaya Navîn re ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Têhran pêşwaziyê li geşbûna asta peywendiyan bi hemû welatên Asyaya Navîn û bi taybetî Uzbekistanê dike.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî roja yekşemiyê bi Serdar Omer Zaqov alîkarê serokwezîr û wezîrê veberhênan û bazirganiya derve yê Uzbekistanê re hevdîtin pêk anî û bal kişand zirûfîn berfire yên hevkariyên du welatan yên wekî çandiniyê. pîşesazî, veguhestin, enerjî û tûrîzmê û got: Roja îro îradeya siyasî ya serokên her du welatan li ser esasê geşepêdana giştalî û kûrkirina peywendiyan e û em rijd in ku bi aktîvkirina hemû şiyanan pêngavên mezin ber bi geşbûn û geşepêdana her du welatan biavêjin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Karîn û îmkanên hevpar ên her du welatan dikarin di warê dabînkirina berjewendîyên du milet û netewên navçê de bin.

Reîsî li bara hevsengiyên dîrokî û çandî yên di navbera Îran û Uzbekistanê de, bal kişand ser girîngiya xurtkirina peywendiyên çandî û peywendiyên her du welatan û ew yek zemînek baş ji bo pêşxistina hevkariyên Têhran-Taşkendê di warên din de da zanîn.

Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Veberhênan û Bazirganiya Derve yê Uzbekistanê Serdar Omer Zaqov jî diyar kir ku Taşkentê yekser piştî hevdîtina herdu serokan li Tirkmenistanê nexşerêyek ji bo pêşxistina têkiliyên dualî amade kiriye û di dewamê de got: Li ser banga Serokê Uzbekistanê, şandeke pilebilind a berpirsên aborî û çalakvanên sektora taybet di vê serdanê de ligel min in ji bo pêdaçûn û bi dawîkirina awayên cîbicîkirina nexşerêya geşepêdana giştalî ya peywendiyan.

Alîkarê serokwezîrê Uzbekistanê bal kişande ser vê yekê ku qebareya bazirganiya navbera her du welatan li gorî par 2.5 qat zêde bûye û got: Taşkent di warên curbecur de ji bo pêşxistina peywendiyên bazirganî û aborî, veberhênan, veguheztin û tranzîtê û geşepêdana peywendiyên bazirganî û aboriyê bi biryar e. Têkiliyên çandî Hewl dide ku heta ku dibe bila bibe têkiliyên bi Tehranê re kûrtir bike.

Serepeyv