Sibat 20, 2022 22:53 Asia/Tehran
  • Meytên 64 şehîdên Berevaniya Pîroz derbasî Îrana Îslamî dibe

Meytên pak û paqij ên 64 şehîdên serdema berevaniya pîroz dê ji sînorê navnetewî yê Şelemçeyê li başûrê rojavayê Îranê derbasî welat bibin.

Serdar “Seyd Mihemed Baqirzade” Fermandeyê Komîteya Lêgerînê ya Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, şeva şemiyê di hevpeyvîneke taybet ligel Ajansa Radyo û Televîzyonê got: Meyt8ên 64 şehîdên serdema parastina pîroz ên ku li herêmên operasyonê yên Feke, Mecnûn, Rojhilatê Dîcle û Şelemçe ji aliyê tîmên lêgerînê yên Komîteya Giştî ya Hêzên Çekdar ve hatin dîtin û di salvegera şehadeta Îmam Mûsa Kazem (27.02.2022) ji sînorê Şelemçe dê derbasç nav axa welatê Îslam/ bibin.

Fermandarê Komîteya Lêgerînê ya Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha got: Ev şehîdên hanê di operasiyonên Welfecrê yên destpêkî de li Xyber, Bedir, Kerbela 5 û tekane dijmin di dawiya şer de şehîd bûne.

Di şerê 8 salî yên rejîma Beis a Iraqê li dijî Îranê ku bi piştevaniya hin welatên rojavayî û erebî û bi armanca têkbirina inqilaba islamî pêk hat, zêde ji 230 hezar kes şehîd bûn û gelekî zêdetir ji vê yekê jî birîndar bûne û bi hezaran jî bê ser û şûn bûn.

Serepeyv