Sibat 19, 2022 23:44 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Wêrankirin û desteserkirina malên filistîniyan berdewamiya siyaseta apartheidê ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Wêrankirin û desteserkirina malên gelê Filistînê dewama siyasetên apartheidê ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Seîd Xetîbazade berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara piştevaniya ji gelê Filistînê, rawestandina hilweşandina xaniyan û destdanîna ser erdên wan ku berdewamiya siyasetên apartheidê yên Rejîma zarokkuj a Siyonîst e pêgirî kir. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve kiryarên nijadperestî yên Rejîma Siyonîst li derbirîna bi darê zorê ya niştecihên filistînî yên herêma "Şêx Cerrah" ji malên wan şermezar kir û hevxemiya xwe bi gelê Filistînê wekî niştecihên sereke û rastîn ên vê axa qedîm û dergûşa olên îlahî nîşan da.

Xetîbzade bang li civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî kir ku derbarê piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê bi erkên xwe yên yasayî û mirovî rabin.

Rejîma Siyonîst bêyî berçavgirtina biryara 2334 ya Konseya Ewlehiyê ku di Kanûna 2016`an de derketibû û daxwaza rawestandina çêkirina bajarokan kiribû, bi saya piştevaniya tam a Amerîkayê li ser cinayetên xwe yên dijî filistîniyan berdewam e.

Serepeyv