Emîr Ebdullahiyan bi Wezîrê Derve yê Hollandayê re civiya
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li çarçêweya Konferansa Ewlehî ya Munîxê bi wezîrê karên derve yê Holandê re hevdîtin pêk anî.
Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li çarçoweya 58`emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê bi Wupke Hoxtra wezîrê karên derve yê Holendayê re hevdîtin pêk anî û rewşa peywendiyên dualî û hin mijarên dualî gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de Emîr-Ebdullahiyan tekez li ser wê yekê kir ku pêwîst e her du welat ji bo nêzîkkirina nêrînên Tehran û Amsterdamê û cîbicîkirina rêkeftinên di navbera her du welatan de ji bo zêdetir pêşdebirin û berfirehkirina peywendiyan bixebitin.
Wezîrê karên derve yê Îranê bi şirovekirina rewşa dawî ya gotûbêjên Viyenê, bal kişand ser helwesta Komara Îslamî ya Îranê li bara rakirina hemî dorpêçên li dijî Rêkeftina Navokî û li ser pêwîstiya şopandina van gotûbêjan û berçavgirtina xetên sor ên Îranê di gotûbêjan de pêgîrî kir.
Emîr-Ebdullahiyan bal kişande ser qeyranên Efxanistanê û penaberên wê û kr5îza Yemenê û desnîşan kir ku pêwîst e civaka navdewletî erkên xwe li hember van welatan bi cih bîne.
Wezîrê karên derve yê Holendayê jî li ser amadebûna welatê xwe ji bo berfirekirina peywendiyên dualî û zêdekirina hevkariyên digel Îranê tekez kir.