Emîr-Ebdullahiyan: Îran bi biryar e ku di demek herî kurt de bigihêje rêkeftineke baş
Wezîrê karên derve yê Îranê amaje bi gotûbêjên rakirina dorpêçan li Viyenê kir û got: Mebesta Tehranê ew e ku di demek herî kurt de bigihêje rêkeftineke baş.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê îro (şemî) li dewama şêwirên xwe yên bi rayedarên pişkdar li pêncî û heştemîn civîna konferansa ewlehîyê ya Munîxê re di hevdîtina wezîrê derve û hevkariya navdewletî yê Îtalya Luigi Di Maio de derbarê gotûbêjên rakirina dorpêçan li Viyenê got: Îradeya me ew e ku em di demek herî kurt de bigihin rêkeftineke baş, lê çend roj yan çend hefte bidome, bi tevahî girêdayî reftar û îradeya Amerîka û Ewropayê ye ku bala xwe bide prensîb û rêbazên danûstandinê û mafên rewa ya Îranê.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li axavtina xwe bi wezîrê karên derve yê Îtalyayê bal kişand ser vê yekê ku peywendiyên digel Ewropayê di hikûmeta nû ya Komara Islamî ya Îranê de bi nêrîna hevseng a welatên parzemîna kesk dê were şopandin.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha hêvî xwest ku hevtayê wî yê Îtalî di demeke nêzîk de serdana Tehranê bike û Luigi Di Maio jî spasî û pêşwaziya vê vexwendinê kir û hêvî xwest ku di demek nêzîk de sefera Tehranê bike.
Luigi Di Maio wezîrê karên derve û hevkariyên navneteweyî yên Îtalyayê jî li vê hevdîtinê bal kişande ser vê yekê ku dewleta Îtalyayê li ser şopandina hevkariyên berfireh ên dualî û piralî bi Têhranê re pabend e.