Sibat 18, 2022 23:06 Asia/Tehran
  • Li ser vexwendina fermî ya mîrê Qeterê; Serokê Komara Îslamî ya Îranê dê roja Duşemiyê serdana Dûhayê bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê dê roja Duşemiyê li ser vexwendina fermî ya mîrê Qeterê, serdana Dûhayê bike.

Li gorî rapora IRNAyê, Rêûrisma pêşwaziya fermî ji Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û taxima pê ra ji aliyê Temîm bin Hemed Alê Sanî Mîrê Qeterê li dîwana emîrtiyê, gotûbêja bi mîrê Qeterê û gotûbêja taximên bilind ên du welatan, wajokirina çend girêbest û têgihîştinameyên hevkariyê ji bernameyên roja yekem a serdana taxima payebilind a Îranê bo Qeterê hatiye ragihandin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha dê beşdarî civîna îraniyên niştecihê Qeterê bibe û civîneke wî jî dê di gel bazirganên îranî û qeterî hebe.

 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di diuemîn roja serdana xwe ya Qeterê da dê li civîna şeşem a Civata  serokên welatên firoşyarê gazê biaxive.

 

Di vê civînê da serok û rayedarên payebilind ên welatên firoşyarê gazê beşdar bibin û hejmareke wan dê li kêleka civînê tev Serokê Komara Îslamî ya Îranê bicivin.

 

Serepeyv