Sibat 18, 2022 11:20 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan berê xwe da Mûnîxê

Wezîrê derve yê Îranê ji bo beşdariya di civîna 58an a Komcivîna Ewlehiyê ya Mûnîxê, terka Têhranê kir û berê xwe da Mûnîxê.

Komcivîna Ewlehiyê ya Mûnîxê ji roja Înê (îro) va bi qasî sê rojan bi beşdariya rayedar û karzanên ewlehiyê ji welatên cûr bi cûr ên cîhanê tê lidarxistin.

Ev civîn îsal ji ber belavbûna Cûreya Omîkronê ya Koronayê bi beşdariyeke hejmareke hindik a rayedarên welatan tê lidarxistin.

Komcivîna Ewlehiyê ya Mûnîxê du salên lipeyhev ji ber pandemiya Koronayê bi awayê înternetî hat lidarxistin.

 

Kamala Hêrîs, alîkara serokê Amerîkayê û Olav Şûltz serokwerzîrê Almanyayê hevrê di gel 35 serokên din ên cîhanê dê beşdarî komcivîna îsal bibin.

 

Serepeyv