Sibat 17, 2022 13:39 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî: Serketina vê şoreşê bi saya hebûna xelkê ye

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî li hevdîtineke vîdyoyî ya digel xelkê parêzgeha Azerbaycana Rojhilatî destnîşan kir: Serketina vê şoreşê bi saya hebûna xelkê ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, îro (Pêncşemî) bi helkefta salvegera serhildana gelê Tewrêzê di 18 Sibata 1978`an de, li peywendiyeke vîdyoyî digel xelkê parêzgeha Azerbaycana Rojhilatî got: Ev şoreş ne ​​bi çek û siyasîkarî û lîstikên hizbî, lê bi saya beşdarî û hebûna gel bi ser ket.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî her wiha got: Hebûna xelkê bû sedema serketina vê şoreşê ku ji Tewrêzê dest pê kir.

Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî herwiha diyar kir: Azerbaycan di dirêjahiya dîrokê de ji çar sedsalan berê pêşengê yekitiya neteweyî bû, ango Azerbaycan navendek girîng a perwerdekirina gel ji bo berxwedan û rawestanê bû.

Hezretê ayetulah Xamineyî her wiha got: Yek ji avantajên mezin ên Azerbaycanê ew e ku ala Ehlî Beytê hertim di destê xelkê wê de bûye û ev ala di van sedsalan de qet neketiye xwarê.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Xelkê Tewrêzê karek kirin ku tevgera meydanî ya gel destpêkir.

Bi sedema pabendbûna rênimayên saxlemiyê, ev civîn bo sala duyemîn bi rêya peywendiya vîdyoyî bi xelkê hazir li salona nimêjgeha bajarê Tewrêzê tê lidarxistin.

Ev nûçe bi hûrgiliyên zêdetir dê were nûkirin.

Serepeyv