Sibat 16, 2022 21:34 Asia/Tehran
  • Sersaxî - Salvegera wefata Hezreta Zeynebê (S)

Îrana Îslamî di şeva salvegera wefata Hezreta Zeynebê (S) di nava şîn û matemê da ye.

Sibe Pêncşemî, 15ê receba 1443an a Koça Heyvî beranberî 17ê Sibata 2022an, salvegera wefata Hezreta Zeynebê (S) neviya Pêxemberê Îslamê (S) û zaroka Hezreta Fatimeyê (S) û Hezretê Elî (S), Îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ye.

Hezreta Zeynebê (S) likêleka birayê xwe Hezretê Îmam Husên (S) Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê li dijî tevgera mutehecir û rêderketî têdikoşî ku bi navê berevaniya ji Îslamê, karesata mezin a Kerbelayê pêk anî.

Wê piştî şehîdbûna birayê xwe yê hêja Îmam Husên (S) û hogirên wî yên sozdar, hevrê digel kesên din ji binemala Ehlê Beytê paqij (S) hat hîsîrkirin, lê di vê hîsîrtiyê da, bi xutbeyên bicoş û mentiqî, mahiyeta rezîl û fasid a Benî Umeye aşkira kir.

Bizava xwînîn a Îmam Husên (S) bi aşkirakirinên Hezreta Zeynebê (S) li Kûfe û Şamê li dijî desthilata fasid a Yezîd, armanc û felsefeya qiyama Îmam Husên (S) bo hertim mayînde kir.

Hezreta Zeynebê (S) di sala 63an a Koça heyvî wefat kir.

Rêxistinan Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê ji ber salvegera wefata Hezreta Zeynebê (S) sersaxiyê dide gişt misilmanên cîhanê nemaze şîeyan.

 

Serepeyv