Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê eşkere kir ku di 24 saetên dawiyê de 167 kesên din yên bi Covid-19 ketine li vî welatî jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 15 Sibata 2022 ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 167 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vê awayê jimara miriyên Koronayê li Îranê gihêşte 134 hezar û 53 kesan.
Vê wezaretê herwiha ragihand ku di van 24 saetên dawiyê de li welêt 25 hezar û 34 nexweşên nû yên bi Kovîd 19ê hatin tesbîtkirin, ji vana 2 hezar û 768 kes di nexweşxanan de hatin razandin û jimara nexweşên Koranayê li Îranê bi tevahî derket 6 milyon û 860 hezar û 255 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha da zanîn ku li Îranê heta niha 6 milyon û 351 hezar û 542 kes baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.
Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 414 milyon û 436 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 5 milyon û 847 hezar kes jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.