Sibat 14, 2022 15:43 Asia/Tehran
  • Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî: Dijmin li hemberî iqtidara Îranê asê bûne

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Dijmin li hemberî iqtidar û hêza Îrana Îslamî, lawaz û asê bûne.

Li gorî rapora ISNAyê, serdarê serleşkerê pasdar Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Duşemiyê di serdana yekîneyên Hêza deryayî ya Sipahê li başûrê Îranê tevî tekeziya li ser vêya ku beriya serketina Înqilaba Îslamî, koledaran serbilindî ji gel standibûn, got: Desthilatdarên wê serdemê li hemberî Amerîkayê çok li erdê didan, lê bi ser ketina Înqilaba Îslamî dijmin ji Îranê hatin qewirandin û nêmeta serxwebûn, azdî û hikûmeta îslamê û nirxên îslamî bû para gelê Îranê.

 

Serepeyv