Sibat 08, 2022 11:11 Asia/Tehran
  •  Elî Baqirî berê xwe da Viyenê: Ew ê îro di gel Ênrîke Morayî bicive

Tîma gotûbêjkera Îranê berbanga îro terka Têhranê kir û ji bo domandina gotûbêjan berê xwe da Viyenê.

Li gorî rapora IRNAyê, Elî Baqirî, endamê payebilind ê Tîma gotûbêjker a Îranê berbanga Sêşemiyê bi mebesta domandina gotûbêjên Viyenê, terka Têhranê kir.

Ew biryar e ku vê sivê di gel Ênrîke Mora Serokê Komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî bicive.

Gotûbêjên Viyenê hefteya borî ji bo şêwirîna tîmên gotûbêjker di gel paytextan hatibûn rawestandin.

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê roja borî ragihand: Îranê çaverêtî heye ku biryarên pêwîst ji aliyên têkildar bi taybet ji aliyê Waşîngtonê va hatibin dayîn.

 

Serepeyv