Sibat 07, 2022 15:04 Asia/Tehran
  •  Pirtûka

Bi hewla Enistîtûya Zanistê ya Îlamê, Pirtûka "Rêzimana Kurdiya Pehleyî-Pehlewî" berhema Namdar Cabirî hat weşandin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Ev pirtûk wek yekemîn berhem devoka bi navê Kurdelî'yê şirove dike ku li bajarên Dêhloran, Abdanan, Pehle û Mêymeyê li başûrê parêzgeha Îlamê tê axaftin û gelekî zêde dişibe Kurdiya Kurmanciyê.

Nivîskarê berhemê, Namdar Cabirî ji lêkolerên jêhatî û pirrxebat ê dêhloranî û ji endamên sereke yên Enistîtûya Zanistê ya Îlamê ye û berhema xwe di qet'a Wezîrî da weşandiye.

Ev berhem ji aliyê Weşana Zayelleyê li Merîwanê û di 95 rûpelan da bi qasî 500 hebî û bi bihayê 50 hezar tomanî hatiye weşandin.

Ev pirtûk bi du zimanên farisî û kurdî ye û babetên rêzimanî weke kişandina lêkeran, kîte û kirpandina peyvan, rengdêr (hevalnav), cînavk, daçek, lêkerên Tebatî û hwd digire ber xwe.

Rênivîsa vê berhemê li gorî rênivîsa pêver û standard a kurdî ye.

Nivîskêr di dawiyê da ev encam wergirtiye ku Kurdiya Pehleyî sedî 80 di gel şaxeya sereke ya Kurdî, yanî Kurmancî hevpar e; Ji ber ku ji hêla  dîrokî va jî eşîra resen a Kurdeliyê niştecihê Kurdistana Sûriyê ye.

 

 

Serepeyv