Çile 31, 2022 14:43 Asia/Tehran
  • Edmîral Tengsîrî: Mafê amerîkiyan tune ku derbasî avên welatê Îranê bibin

Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Mafê amerîkiyan tune ku derbasî avên welatê Îranê bibin.

Li gorî rapora Al-Alamê, Edmîral Elîreza Tengsîrî, Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Yekşemiyê di merasima bîranîna şehîdên şaristana Siyahkelê li bakurê Îranê, bi gotina vêya ku xortên mêrxas û bi xêret ên Îrana Îslamî hertim ji bo serbilindiya welêt fedakarî dikin, got: Roja îro eger têkoşerên îslamê li deryayê li dijî Amerîkayê radiwestin, pêkhatî ji giyanên pak ên şehîdan e.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vê yekê ku divê em ji şehîdan berxwedana li hemberî dijmin hîn bibin, got: Bi alîkariya Xwedê, têkoşerên îslamê sîleyeke qahêm li amerîkiyan li Kendava Farsê dan û hêza pûşekî ya Amerîkayê têk şikandin.

 

Roja 3ê Mijdara 2021ê mêrxasên Hêza deryayî ya Sipahê, bi kiryara bilez û bihêz li avên deryaya Omanê operasiyona keştiya şêrr a amerîkî ji bo dizîna petrolê ji keştiyeke neftê têk bir.

 

Serepeyv