Çile 30, 2022 14:36 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Cîhada karsaz û karkeran di çepera berhemanînê bû sebeb Amerîka mukur bi serneketina şerê aborî were

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina di gel komeke berhemêner û çalakên pîşeyî, cîhada karsaz û karkeran di çepera berhemanînê da sebeba mukurhatina Amerîkayê derbarê têkçûna şerê aborî zanî.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Yekşemiyê di hevdîtina di gel komeke berhemêner û çalakên pîşeyî da, got: Haydariya gel ji serketinên çalakên aborî ji zimanê van kesan bi xwe, ji bo sekinîna li hemberî şerê derûnî yê dijmin sûdmend e.

 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî tekeziya li ser vêya ku planên dijmin ji bo girtina çepera berhemanînê, tûşî şikestê bû, got: Di vê êrîşa li ser aboriya welêt da, hin pirsgirêk di jiyana gel da çêbûn, lê beşa berhemanînê ranewestiya û berdevkê Wezareta derve ya Amerîkayê çend rojan beriya niha aşkira ragihand ku siyaseta zexta herî pirr, bû sebeba têkçûna heqaretbar a Amerîkayê.

Hezretê Ayetullah Xamineyî berhemanîn wek "Cîhad" bi nav kir û got: Rawestana berhemêneran li hemberî êrîşa li ser aboriyê û hewildana dijmin ji bo pêşîlêgirtin li firotina neft û gazê, qutkirina çavkaniyên pereyê biyanî û plandarêştin ji bo astengkirina danûstandinên derveyî yên Îranê, di rastiyê da cîhad e û ji mezintirîn îbadetan e.

Wî got: Wan li gorî xwe wer difirkirî ku aboriya Îranê ji bo serêxwegirtina armancên wan ên kirêt di çend mehan da hilweşe, lê piştî deh salan, çepera berhemanîn û aboriya welêt bi şukra Xwedê hema wisa li ser piyan e.

Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha got: Pêşdeketina berhemanînê bi baştirbûna pîvanên aboriyê yên weke karê  mayînde, geşatiya derfirotinê, derhata pereyê biyanî û kêmbûna asta bihabûnê bi xwe ra tîne û serxwebûna aborî ku garantiya serbilindî û ewlehiya neteweyî û zêdebûna xwebaweriya neteweyî ye pêk tîne.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Hin binke û berhemêner hebûne ku li benda rakirina boykotan û gotûbêjan neman û bi kar û xebata xwe, bûn mînakine serketî.

Hezretê Ayetullah Xamineyî derbarê vêya ku pîşeyên mezin ser bingeha zanistê digerin jî destnîşan kir: Pêwîst e ku di vî warî da şiyan û zanista xortên bi feraset were bikaranîn; Hema wisa ku li her derekê, ji Vaksîna Koronayê bigir heta Mûşeka Nuqtejen ku bawerî bi xortan hat kirin û kar ji wan hat xwestin, bi rastî serketin.

Beriya axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, 14 kes ji çalakên beşên cûr bi cûr ên berhemanînê, nêrînên xwe pêşkêş kirin.

 

 

Serepeyv