Çile 25, 2022 22:43 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku li Îranê 23 kes ji ber vîrûsa koronayê can dan ku bi zêdekirina wan jimara qurbaniyên vê vîrusê li Îranê heya saetên dawiyê yên îro gihêşte 132 hezar û 274 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 25 Çileya 2022 ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 9 hezar û 378 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 632 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin. 

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta saetên dawiyê yên îro li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 267 hezar û 559 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 6 milyon û 85 hezar û 274 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Serepeyv