Çile 24, 2022 23:48 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku li Îranê 21 kes ji ber vîrûsa koronayê can dan ku bi zêdekirina wan jimara qurbaniyên vê vîrusê li Îranê heya saetên dawiyê yên îro gihêşte 132 hezar û 251 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Duşemê 24 Çileya 2022 ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 7 hezar û 691 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. 

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta saetên dawiyê yên îro li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 258 hezar û 181 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 6 milyon û 82 hezar û 759 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê di dewamê de ragihand, şev û roja borî 381 hezar û 881 dozên vaksîna Koronayê li vî welatî hatine lêdanê.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 60 milyon û 513 hezar û 855 kesan doza yekem, 53 milyon û 651 hezar û 657 kesan doza duyem û 14 milyon û 856 hezar û 764 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara giştî ya vaksîna Covid-19 li Îranê gihîştiye 129 milyon û 22 hezar û 27 dozan.

Serepeyv