Çile 24, 2022 21:19 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Gotûbêj baş pêş ketine

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê pêşketina danûstandin û gotûbêjên Viyenê agahî dan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Duşemê di civîneke rojnamevaniyê de derbarê pêşhatên danûstandinên Îran û koma 4+1ê li Viyenê got: “Hemû aliyan li hev kirine ku divê Amerîka careke din ji rêkeftinê dernekeve.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha got: Me li çar warên ku belgeyên muzakereyê li ber destê me ne, pêşketinên baş bi dest xistine û di hin belgeyan de jî rêjeya cudahî û parantezê kêm bûye.

Xetîbzade destnîşan kir: "Serkeftina mezin ew bû ku gelek ramanên ku Îranê pêşkêş kiribûn, ji wan di warê garantîkirinê de, veguherî gotinê û prensîpa ku garantî were berçavgirtin, ji aliyê hemûyan ve hat qebûlkirin."

Xetîbzade diyar kir: Îran li Viyenê ye ji bo ku bigihe rêkeftineke bi îstîqrar û pêbawer û ji ber wê jî rêya bidestxistina garantiyan gelekî girîng e.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser gotinên vê dawiyê yên Robert Malî nûnerê Amerîkayê bo Îranê got: Îranê ji roja yekem ve ti şert û mercên pêşwext qebûl nekiriye.

Xetîbzade derbarê girtiyên her du welatan de jî got: “Ji roja yekem ve me dilgiraniya xwe derbarê rewşa welatiyên Îranê yên li Amerîkayê bi awayekî rasterast û nerasterast ji ber pirsa mirovî anîbû ziman û eger Amerîka li ser Peymanên ku beriya niha qebûl kiribûn, bisekine ev pirsgirêk di demek herî kin de çareser dibe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve her wiha got: Tişta ku li Yemenê diqewime karesateke mirovî ye û Îran hertim li kêleka gelê Yemenê ye ku dengê wan bigihe gelên cîhanê û me hertim hewl daye ku alîkariya Pêvajoya diyaloga yemenî-yemenî bikin."

Berdevkê Wezareta Karên Derve derbarê hevdîtinên navbera komên efxanî de jî got: Tehran bi awayekî cidî digere ku gotûbêj di berjewendiya gelê Efxanistanê de bibin.

Serepeyv