Çile 23, 2022 19:18 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Bila mirovahî bala xwe bide reftara Fatimeya Zehrayê (S)

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser berçavgirtin û cihanîna reftara bilind a Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) tekez kir.

Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di komcivîna "Jinên aqilmend" bi boneya rêzgirtina mîlada H, Roja Jinan û sipasiya Jinan da got: Taybetmendî û cîgeha melekûtî ya Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) xwedan têgehên bilind e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku mijara sereke ya jinan, rêzgirtina rasteqîn a cîgeha wan û berçavgirtina pênaseya îslamî ye, destnîşan kir: Tu ciyawaziyek navbera jin û mêran ji bo bidestxistina pleyên bilind ên mirovahiyê tuneye û bi parastina pênaseya rasteqîn a jinan û hewildana ji bo xurtkirina kesayetiya jinan, em dikarin gelek ji ziyanan çareser bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi rola jinan di serdema serketina Înqilaba Îslamî û Berevaniya Pîroz da, got: Fedakarî û mêrxasiya têkoşerên îslamê, ji ber perwerdekirin û hevrêtiya dayîk, xwîşk û hevjînên wan e ku bi sebr  û hedar rawestiyan.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha derbarê nêrîna îslamê li jinan, got: Îslamê 1400 salan beriya niha mafê lêxwedîbûn, mafê mîrasê û mafê dengdanê ji bo jinan bi fermî nas kir; Ev di halekî da ye ku li cîhana rojava sedsalên dawiyê bala xwe dane ser van mijaran.

 

Roja Yekşemiyê, 3ê Behmena 1400î, hevdem di gel 20ê Cemadî ul-Saniya 1442an a Koça Heyvî, salroja jidayîkbûna pîroz a Hezreta Fatimeya Zehrayê (S), keça hêja ya pêxemberê mezin, hezretê Muhemedê Mustefa (S) û hevjîna mîrê bawermendan, Elî Ibni Ebî Talib (S) îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ye.

 

 

Serepeyv