Çile 23, 2022 14:42 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina di gel medahên Ehli Beytê (S): Rola xwe li hemberî şerê medyayî yê dijî gel peyda bikin

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina di gel komeke medahên Ehli beytê (S) da destnîşan kir: Heyeta navenda cîhadê, ronkirin e; Rola xwe li hemberî şerê medyayî dijî gel peyda bikin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro (Yekşemî) di salroja jidayîkbûna Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) li hevdîtina di gel komeke medahên Ehli Beytê (S), tevî amajeya bi hin berûlayên bilind ên kessayeta Hezreta Sidîqeya Kubrayê, got: Cîgeha paqijî, kar ji bo Xwedê û xizmeta bêminet û mewqiya bijare di rûbirûbûna di gel Bereya Batil di mijara Mibahileyê da ji taybetmendiyên bêmînak ên wê hezretê ne ku di Qurana Kerîm da bi aşkiratî amaje bi wan hatiye kirin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha got: Bi kerema Xwedê, piştî serketina Înqilaba Îslamî, civaka Îranê, Fatimî bûye û di heyama 43 salên borî da me bi caran hereketa fatimî di serdema Berevaniya Pîroz, di serdema hereketa zanistî û xxizmetên bêminet ên şehîdên wekî Fexrîzade, şehîdên navokî û zanyarê mezin rehmetî Kazimî Aştiyanî û di bûyerên xwezayî yên weke lehî û erdhejê da dîtiye.

Wî destnîşan kir: Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) divê di hemî aliyan da bi taybet hereketên civakî û înqilabî, mînak be.

Hezretê ayetullah Xamineyî di dewamê da got: Xizmeta civakî bo gel di rewşekê da kudijmin bi pêkanîna fişara aborî dixwaze wî dayîne hemberî Nizama Îslamî, cîhadeke binirx e.

Wî tevî amajeya bi tevgera berfireh a dijminên gelê Îranê ji bo berovajîkirina ramanê û xerakirina baweriyên gel bi riya medyayan û bi bikaranîna bi hezaran pisporên huner û medyayê û piştevaniya mezin a aborî û ewlehiyê, warê herî girîng ê cîhadê, warê "Ronkirin"ê da zanîn û destnîşan kir: Li hemberî vê hereketa şeytanî, heyet divê ji xwe bipirsin ku di şerê bêrawestan ê bereya heq û batil da û rûbirûbûna gotina rast û derew, ew li ku ne û çawa raman û bingehên sereke yên Înqilabê berfireh dikin.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi rol û ezmûnên baş ên medahan di serdema Berevaniya Pîroz da û heer wiha di Fitneya sala 1388an da, got: anbi wateya rastîn a peyvê, şehîd û têkoşr perwerde kirin û di şerê medyayî û çandî yê di navbera Komara Îslamî û dijmin da, dengê aşkira yê medahên înqilabî avaker bû û roja îro jî ev dengê aşkira divê li hemberî bereya berfireh a dijminan rêvekerû  karzas be.

 

 

Serepeyv