Çile 22, 2022 11:23 Asia/Tehran
  • Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Kembera Ewlehiya Deryayî-2022 bi nimayîşa yekîneyên seravî bi dawî bû

Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Kembera Ewlehiya Deryayî-2022 bi nimayîşa yekîneyên sseravî yên beşdar ji ber keştiya şêrr a Komara Îslamî ya Îranê ya bi navê Dênayê bi dawî bû.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Emîr edmîralê duyem, Mustefa Tacedînî, Berdevkê Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Kembera Ewlehiya Deryayî-2022 got: Yekîneyên seravî yên beşdar di Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Kembera Ewlehiya Deryayî-2022 da ku pêkhatî ji Hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Hêa deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û hêza deryayî ya welatên Çîn û Rûsiyê bû, meşa leşkerî li ber keştiya şêrr a Dênayê pêk anî.

 

Keştiyên şêrr ên Dêna, Cemaran, Neqdî, keştiyên mûşekavêj ên Zirêh û Teberzîn û keştiyên Behrigan û Ginaveyê, keştiya şehîd Nazirî ji Hêza deryayî ya Sipahê, keştiya Erûmçî û keştiya dabînker a Tayxoyê ji Hêzza deryayî ya Çînê û Keştiya şêrr a Waryagê û keştiya Edmîral Trîbûts û keştiya ardûgihan a Borîsê ji Hêza deryayî ya Rûssiyê beşdarî vê meşa deryayî bû.

 

Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Kembera Ewlehiya Deryayî-2022 bi beşdariya yekîneyên seravî û firrînê yên Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û hêzên deryayî yên welatên Çîn û Rûsiyê ji berbanga roja Îniyê va li bakurê Oqyanûsa Hindê dest pê kir.

 

Serepeyv