Çile 21, 2022 18:05 Asia/Tehran
  • Tetbîqata Hevbeş a Kembera Ewlekariya Deryayî ya 2022-an

Tetbîqata Hevbeş a Kembera Ewlehiya Deryayî ya 2022an bi amadebûna yekîneyên bejahî û firînê yên Hêzên Deryayî yên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî û hêzên deryayî yên Çîn û Rûsyayê li bakurê Okyanûsa Hindê dest pê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îran Press`ê, Admîralê duyemîn "Mistefa Taceddînî" berdevkê tetbîqata hevbeş a kembera ewlekariya deryayî ya 2022an got: Ev tetbîqata ku piştî rûniştina agahdarî û serwextkirinê ya îro sibeyê (Înê) dest pê kir, gelek rahênanên tektîkî yên wekî rizgarkirina gemiya agirpêketî, azadkirina keştiya revandî û gullereşandina ber bi armancên diyarkir di nav deryayî de bi şev û roj, ji wan rahênanên taktîkî û operasyonê bûn ku bi beşdariya hêzên deryayî yên Îran, Çîn û Rûsya cih tên.

Berdevkek Tetbîqata Hevbeş a Kembera Ewlekariya Deryayî ya 2022 diyar kir ku herêma bakurê Oqkyanûsa Hindî ji ber riyên avê û tengavên girîng ên wek Bab el-Mendeb, Malaka û Hurmuz girîng e û di dewamê de got: Ev her sê tengava li herêmê wekî sêgoşeya zêrîn tên binavkirin; Deryaya Oman û Oqyanûsa Hindê ya Bakur di nav deverên girîng ên bazirganiya cîhanê de ne.

Admîral Taceddînî destnîşan kir: Diruşma vê tetbîqatê "Bi hev re ji bo aşitî û ewlehiyê" mînaka zelal e derbarê vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê li navçê û cîhanê bi çêkirina hevbendiyên stratîjîk ên li ser bingeha berjewendî û rêzgirtina hevdu, tu carî îzole nebûye û nabe. Berdevkê Tetbîqata Hevbeş ya Kembera Ewlekariya Deryayî ya 2022an bi bîr xist ku tetbîqat eva sala sêyem e ku li pey hev tê lidarxistin û di dewamê de got: Peyama vê tetbîqatê ev e ku Îran, Çîn û Rûsiye gihîştine asteke berçav ji peywendiyên xwe yên leşkerî û eva nîşan dide ku Komara Îslamî ya Îranê di warê deryayî de gihîştiye asteke hêzê ku dikare bibe navend û fermandeyê meşq û tetbîqatan li kêleka hêzxurtên deryayî.

Serepeyv