Çile 20, 2022 22:44 Asia/Tehran
  • Xetîbehzade: Îran û Çîn li ber asoyeke nû ya hevkariyê ne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Îran û Çîn li ber asoyeke nû ya hevkariyê ne.

“Seîd Xetîbazade” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê li hevpeyvîna tev ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê “Xinhua” de got: Dîrok, çand, siyaset û têkiliyên gelan e ku Îran û Çînê li hev girêdide û nêzîkî hevdu dike.

Xetîbzade tekîd li ser piştevaniya Îranê ji siyaseta Çînê ya yekalî kir û got: Peywendiyên Îran û Çînê ne tenê di berjewendiya her du welatan de ye, belkî di berjewendiya navçe û cîhanê de bi giştî ye, ji ber ku her du welat bi hev re rûbirûyî yekalîbûn û siyaseta gef û  tirsandin û zorê dibin ku Waşîngton dixwaze li asta navdewletî bisepîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê her wiha got: Îranê biryara betalkirina vîzeyê ji bo geştiyarên Çînî daye û niha fîlmên nû yên Çînî li Îranê tên nîşandan.

Li gorî gotina Xetîbzade: Li zanîngehên Îranê kursên zimanê Çînî û li zanîngehên Çînê jî kursên zimanê farisî dest pê kirine.

Xetîbzade bal kişand ser vê yekê ku kompaniyên Çînî li Îranê pêşangehên curbicur lidar xistine û Îran jî bi niyaz e ku çalakiyên bi vî rengî li Çînê lidar bixe.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Îran û Çîn hewl didin li hemberî kampanyayên ragihandina derewîn ên ku du welatan dikin hedef û ji aliyê Amerîka û welatên din ên rojava ve tên lidarxistin, alîkariya hev bikin.

Xetîbzade amaje bi planên siyasîkirina Olîmpiyadên Zivistanê yên li Pekînê jî kir û got: Îranê çendîn caran hewildanên bi vî rengî ji bo sûdwergirtina ji vê derfetê ji bo pêşdebirina ajandayên siyasî yên bi xerez şermezar kiriye.

Serepeyv