Civîna Mora bi serokê danûstandinan ê Îranê re piştî vegera ji Moskowê
Kordînatorê Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî Enrique Mora piştî vegera ji Rûsyayê, li Viyenayê li ser rakirina cezayên Îranê bi Elî Baqirî Kenî, bi berpirsê danûstandinan ê Îranê re hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora şeva çarşemiyê ya IRNA`yê, ev civîn piştî hevdîtina nisbeten dirêj a Baqirî digel muzakerekirên payebilind ên Rûsya û Çînê pêk hat.
Mora beriya niha çûbû Rûsyayê ji bo ku bi rayedarên payebilind ên Rûsyayê re li ser gelek mijarên navneteweyî, di nav wan de hevdîtinên Viyenê, biaxive. Wî encamên hevdîtinan erênî nirxand.
Gera heştem a gotûbêjan derbarê rakirina sizayan 27ê Mijdarê dest pê kiribû û li gorî şandên danûstandinkar, gotûbêj bi pêş ketine. Danûstandin li dora du mijarên verastkirin û garantîkirinê têne kirin û xuya ye ku ew nêzikî qonaxek krîtîk(hestyar) û bi çarenivîs dibin.
Amerîka bi riya raberkirina nivîsarên nefermî, nêrînên xwe li ser çar mijarên rakirina sizayan, misogerkirina rakirina bi bandor a sizayan, sozên navokî û verastkirinê pêşkêş kirin û Şandeyên aliyên muzakireyê van nivîsan dinirxînin.